Aktîvîstê Fransî li Îsraîlê dest bi greva birçîbûnê kir

Nivîskar û aktîvîstê Fransî Frank Romanoyê li Îsraîlê hatibû binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kir.

Aktîvîstê Fransî li Îsraîlê dest bi greva birçîbûnê kir

Nivîskar û aktîvîstê fransî Frank Romanoyê ku duh di çalakiyên dijî xirakirina Xan el-Ehmera li herêma Qudsa Rojhilat ya dagirkirî da hatibû binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.

Nahoum Oltchîkê endamê "Combatants for Peace (Kesên ji bona aştiyê şer dikin)" a saziya civakî ya sivîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku aktîvîst Romano li Qudsa Rojava li girtigeheke polêsan dimîne.

Oltchîk diyar kir ku Romano ji bo betalkirina biryara xirakirina xaniyên li herêma Xan el-Ehmerê û bo dayîna destûra îmarê ya bo gelê herêmê dest bi greva birçûnê kiriye.

Hêzên Îsraîlê duh di çalakiyên dijî biryara xirakirina xaniyên li herêma Xan el-Ehmerê da Frank Romano û 3 Filistinî binçav kiribûn.

Mehkemeya Bilind a Îsraîlê di gulanê de biryar dabû ku bareqeyên nelihev ên ku 190 Filistînî lê dijîn û mektebeke ku lê 170 xwendekarên ku ji cihên din ên herêmê hatine perwerdeyê dibînin bê xirabkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2018, 11:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE