Aleksey Navalniyê mixalif yê Rûs ji girtîgehê derket

Li Rûsyayê Aleksey Navalniyê aktivîstê mixalif û avakarê "Fona Dijî Gendeliyê" piştî cezayê hepsê yê 30 rojan hat berdan

Aleksey Navalniyê mixalif yê Rûs ji girtîgehê derket

Li RûsyaAleksey Navalniyê aktivîstê mixalif û avakarê "Fona Dijî Gendeliyê" piştî cezayê hepsê yê 30 rojan hat berdan.

Kîra Yarmişa berdevka çapemeniyê ya Navalniy li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir ku Navalniy cezayê xwe temam kir û ji girtîgehê derket.

Li Moskovayê Dadgeha Herêmê ya Simonovskiyê di rûndiştina di 25ê Tîrmehê da ji ber hinceta ku rêgezên lidarxistina çalakiyan careke din bin pê kiriye 30 roj cezayê hepsê dabû Aleksey Navalniy.

Ji ber ku qeyda namzedên serbixwe yên dixwestin tevlî hilbijartina meclisa bajêr ya Moskovayê bibin hatin betalkirin Navalniy bangî gel kiribû ku beşdarî protestoya li ber avahiya Şaredariya Moskovayê bibin.

Aleksey Navalniyê di girtîgehê da ji ber reaksiyona alerjîk rûyê wî werimîbû û cermê wî sor bûbû ji bona îhtimala di girtîgehê da hatiye jehrîkirin serî li Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê xistibû.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE