Alîgirên Muqteda Sadr: Iraqê "ji rageşiya Amerîka û Îranê dûr bigrin"

Alîgirên Muqteda Sadrê serokê Tevgera Sadr a li Iraqê li Bexdayê û hin bajarên welêt bi daxwaza Iraqê "ji rageşiya Amerîka û Îranê dûr bigrin" çalakî li dar xistin...

Alîgirên Muqteda Sadr: Iraqê "ji rageşiya Amerîka û Îranê dûr bigrin"

Alîgirên Muqteda Sadrê serokê Tevgera Sadr a li Iraqê li Bexdayê û hin bajarên welêt bi daxwaza Iraqê "ji rageşiya Amerîka û Îranê dûr bigrin" çalakî li dar xistin.

Çalakvanên li Meydana Tehrîrê ya li Bexdaya paytext kom bûn xwestin ku Iraqê "ji rageşiya Amerîka û Îranê dûr bigrin".

Îbrahîm Cabîriyê nûnerê li Bexdayê yê Muqteda Sadrê serokê Şiî yê ji Iraqê di çalakiyê da axivî û diyar kir ku li gelek ciyên welêt welatî ji bo tevlî çalakiyê bibin derketin kuçe û kolanan û ji hikûmetê dixwazin ku ji bo gel ji şer mihefeze bikin bira li rêyên aştî û desthilatdariyê bigere.

Cabîrî wiha axivî: "Em naxwazin bi zorê şerekî din jî bidin ber gelê Iraqê."

Amerîkayê 2 hefte berê ji ber tehdîdên dibe ku ji Îranê werin wekî tevdîr USS Abraham Lincolna Keştiya Teyareyan, 4 teyareyên bombebaranê yên bi kapasîteya nukleerê û Hêza Wezîfeya Bombebaranê sewqî Kendava Besrayê kiribû.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê roja yekşemê li ser Twitterê gotibû "Heke Îran şer bixwaze ew ê bibe xilasbûna wê. Tu carî Amerîkayê tehdîd neke."AA

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE