Alîgirên Trump ji bo protestoyên hilbijartinê li paytext Washingtonê kom bûn

Lijneya Hilbijêrên Hilbijartina Serokatiyê ya Kongreya Amerîkayê wê ray dayînê pesend bike lê bi hezaran kesên piştevaniya Donald Trump dikin jî ji bo beşdarî çalakiya "Ji bo Trump Bimeşe" ji bişev da li paytext Washington DCyê kom bûn.

Alîgirên Trump ji bo protestoyên hilbijartinê li paytext Washingtonê kom bûn

Li Amerîkayê bi hezaran çalakvanên alîgirên Donald Trump ji ber rûniştina Kongreya ku wê encamên hilbijartina serokatiyê awayek fermî bo Joe Biden pesend bike, li paytext Washingtonê dest bi çalakiyan kirin.

Lijneya Hilbijêrên Hilbijartina Serokatiyê ya Kongreya Amerîkayê wê ray dayînê pesend bike lê bi hezaran kesên piştevaniya Donald Trump dikin jî ji bo beşdarî çalakiya "Ji bo Trump Bimeşe" ji bişev da li paytext Washington DCyê kom bûn.

 Li navenda bajêr tewdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan û bi hezaran kesên kom bûn jî pankartên piştevaniya Trump dike, vekirin.

Trump jî ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û ragihand ku berî danê nîvroyê li Parka Ellipse ya pêşiya Qesra Spî wê bangî alîgirên xwe bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE