Aliyev: "Alaya Azerbeycanê li ser Pireya Dîrokî ya Xudaferînê hat çikandin"

Aliyev: "Alaya Azerbeycanê li ser Pireya Dîrokî ya Xudaferînê hat çikandin"

 Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev diyar kir, eskerên Azerbeycanê alaya Azerbeycanê li ser Pireya Xudaferînê ya dîrokî çikand.

Aliyev li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Artêşa Azerbeycanê alaya Azerbeycanê li ser Pireya Xudaferînê ya dîrokî çikand. Bijî gelê Azerbeycanê. Qerebax ya Azerbeycanê ye."

Pireya Xudaferînê li ser sînorê Îran û Azerbeycanê ser Çemê Erez di sedsala 11em da hatiye çêkirin. Dikeve nav sînorê bajarê Cebraîlê ku artêşa Azerbeycanê navenda bajêr û hin gundê wê ji dagirkeriyê xelas kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE