Aliyev û Paşînyan dê li Brukselê bên cem hev

Aliyev û Paşînyan dê li Brukselê bên cem hev

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dê ji bo civîna sêalî digel Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel bên cem hev.

Konseya YEyê ragihand ku civîna hersê serokan di 6ê Nîsanê da ye.

Serokên navborî dîsa herî dawî di 14ê Berfanbara 2021ê da li Brukselê hatibûn cem hev. Michel digel Paşînyan û Aliyev pêşiyê cuda cuda hevdîtin kiribû, dû ra jî di şîva sêalî da hevdîtin pêk anîbû. Der heqê hevdîtinên ji çapemeniyê ra girtî hatin kirin da daxuyanî nehatibû dayîn.

Aliyev û Paşînyan pêşdatir li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê di hevdîtina sêalî ya digel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn da hatibûn cem hev.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE