Alîkarê Balyozê Tehranê yê Îngiltereyê hat binçavkirin

Hat gotin bi droneya Mihafizên Şoreşê va dîmenên wesayîta tê îdiakirin ku Whîtekar tê da ye li herêma navborî hatiye kişandin.

Alîkarê Balyozê Tehranê yê Îngiltereyê hat binçavkirin

Hat ragihandin Gîles Whîtakerê Alîkarê Balyozê Tehranê yê Îngiltereyê bi hinceta ku li herêma qedexe ya li eyaleta Kîrmanê ya tê diyarkirin ku lê fuze tê ceribandin nimûneya axê hilandinye hat binçavkirin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê hat tesbîtkirin ku Whîtaker û çend dîplomatên pê ra li çola Şehdadê ya li eyaleta Kîrmanê ya hat diyarkirin ku lê ceribandinên fuzeyê tên kirin li herêma qedexe nimûneya axê hildaye û li ser vê yekê ji hêla Mihafizên Şoreşê va hat binçavkirin.

Hat gotin bi droneya Mihafizên Şoreşê va dîmenên wesayîta tê îdiakirin ku Whîtekar tê da ye li herêma navborî hatiye kişandin.

Dîmen ji hêla televîzyona dewletê ya Îranê va hatin weşandin û hat ragihandin ku dê Whîtaker bê dersînorkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE