Li Efrînê ji bo meha remezanê alîkariya gel tê kirin. Saziyên alîkariyê ji bo gelê bajêr û koçberan xurek belav dikin. Ev sazî gund bi gund jî digerin û melzemeyên xwarinê belav dikin.
Ji bo meha Remezanê saziyên alîkariyê yên Türkiyeyê li Efrînê ji bo gel û koçberan alîkariyê belav dikin.
Bi nêzikbûna Remezanê saziya bi navê "Beklenen" li gundan dest bi belavkirina xurek kir.
Saziyê beriya niha ji bo koçberên li kampan xurek belav kir û niha jî gund bi gund melzemeyên alîkariyê belav dike.
Ji bo her malbatê 10 kîlo kartol, 10 kîlo pîvaz, şekir, savar, pirinc û rûn hat belavkirin.
Saziyê heta niha alîkariya 6 hezar malbatî kiriye.