Saziya Beklenen’ê, ji bo zarokên sêwî li Afrinê alîkariya zivistanê belav kir. Cil û bergên zivistanê dan zarokan û ji bo malbatan jî erzaq û xwarin hatin belavkirin.
Di şer û pevçûnan de, li Sûriyê bi milyonan mirovan koç kir û bi deh hezaran zarok jî sêwî man.
Lê Türkiyê ji roja ewil ve ew tenê nehiştin û alîkarî şandin herêmê.
Ji bo zarokên Afrinî jî Komelaya Xêrxwaziyê ya bi navê Beklenenê, cil û berg şandin.
Cil û bergên zivistanê, sol û botên germ hatin belavkirin.
Ji bo dibistanê jî çente û malzemeyên qirtasiyeyê li zarokan hatin belavkirin.
‘’Em îro li Navenda Perwerdê ya Muhsin Yazıcıoğlu ne. Wekî her mehan em dîsa li vê derê ne. Me ji bo zarokên sêwî, cil û berg, cilên dibistanê, malzemeyên qirtasiyeyê, çenteyan belav kir. Ji bo malbatên wan dîsa me alîkarî da.’’
Li malbatên zarokan alîkariya xurek û malzemeyên hewce jî hatin kirin.