Alîkariya parastinê: bi qasî 350 milyon dolarî wê bide Ukraynayê

Pentagon ji bo alîkariya parastinê ya bi qasî 350 milyon dolarî bide Ukraynayê hat erkdarkirin

Alîkariya parastinê: bi qasî 350 milyon dolarî wê bide Ukraynayê

Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Antony Blinken ragihand ku bi Wezareta Parastinê raspartiye ku bi buhayê 350 milyon dolarî alîkariya eskerî bide Hêzên Çekdar yên Ukraynayê.

Blinken di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Ukrayna welatek serwer, demokratîk û aşitîxwaz e. Piştî ku Ukraynayê serxwebûna ji Yekîtiya Sovyêtan sitend, ev 30 sale DYA pê re hevkarekî nêzîk e."

Blinken destnîşan kir ku ji sala 2014an ve piştî îlhaqa Qirimê, DYA alîkariya parastinê dide Ukraynayê û got, "Îro Ukrayna bi wêrekane li hember êrîşên zordest û bê wate yên Rûsyayê dicenge. Min jî bi destihilata ku ji Serok Biden sitend, min jî bi Wezareta Parastinê spar ku alîkariya parastinê ya acil a bi buhayê 350 milyon dolarî bide Ukraynayê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE