Alîkariyên mirovî ya ji bo Sûriyeyê

Rûsyayê biryara rê dide ku ji Deriyê Sînor û Cîlvegozuyê alîkariya mirovî bişînin Sûriyeyê veto kir

Alîkariyên mirovî ya ji bo Sûriyeyê

Rûsyayê dirêjkirina maweya peywira mekanîzmaya rê dide ku ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê yê li Tirkiyeyê ji bo bi milyonan kesên li Sûriyeyê alîkariya mirovî bê kirin veto kir. 

Maweya peywira mekanîzmaya îzin dide ku alîkariyên mirovî yên ji bo Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê bên kirin di 10 tîrmehê da temam dibe. 

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî bazariyên bi Rûsyayê ra hatin kirin ji bo biryara ku ji hêla Norwec û Îrlandayê va hat pêşkêşkirin a der barê salekî din dirêjkirina maweya peywira mekanîzyana alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyeyê ya dersînor dengdayîn kir. 

Di konseya ku 15 endamên wê hene de 13 welatan piştgirî dan biryarê, Rûsyayê veto kir û Çîn jî bêmeyl ma. 

Ji bo ku li KENYê pêşnêmayek bê qebûlkirin ji 15 endaman herî kêm divê 9 jê di lehê da deng bidin û endamên daimî Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngiltere û Fransa jî veto nekin. 

Heke Konseya Ewlehiyê ya NYyê di 10ê temûzê da nekare ku biryareke dijber hilde Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê yê ku ji wir ji Sûriyeyê ra alîkariyên mirovî yên navneteweyî yên şandin dê neyê emilandin û li bakurê rojavayê welêt ji 4 milyonî zêdetir mirov dê bi xetereya birçîbûnê ra rû bi rû bimînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE