Tirkiyeyê piştî ku alîkarî şand ji gelek welatên ku Kovîd-19ê tesîr li wan kiribû, vê carê jî şand DYAya ku ji ber Kovîd-19ê hejmara weqayên lê milyonek û 57 hezar derbas kiriye.
Li ser talîmata Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Balafira tîpa A400M ya kargoyê ya eskerî ya aidî Artêşa Tirkiyeyê bi dema DYAyê saet 17.30î (bi dema Tirkiyeyê saet 00.30) xwe li Balafirgeha Asîmanî ya Andrewsê ya li Washingtonê danî.
Balafir ji aliyê Balyozê Tirkiyeyê yê li Washingtonê Serdar Kiliç, Cîgirê Misteşar berpirsê ji karûbarê Ewropa û Asyayê yê girêdayî Wezareta Karê Derve Philip Thomas Reeker hat pêşwazîkirin.
Berî nuha jî balafirên A400Myê yên neqliyeyê yên Artêşa Tirkiyeyê alîkarî ji Îtalya, Îspanya, Makedonya, Montenegro, Sirbistan, Bosna Hersek, Îngiltere û Somaliyê ra jî biribûn.