Almanya: "Em bûyera Kaşikçi bi tundî şermezar dikin"

Merkel:"Em bûyerê bi tundî şermezar dikin. Em ji Erebistana Siûdî hêvî dikin ku der barê paşxaneya mirinê de şefaf bin"

Almanya: "Em bûyera Kaşikçi bi tundî şermezar dikin"

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Wezîrê Karên Derve Heîko Maas dan zanîn ku kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî bi tundî şermezar dikin û ji Erebistana Siûdî hêvî dikin ku der barê paşxaneya mirinê de şefaf bin."

Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya Merkel û Maas de hat ragihandin ku "Hîn bûn ku Cemal Kaşikçi bi şîdetê hatiye kuştin û ji ber vê xemgîn in."

Di daxuyaniyê de sersaxî dan dergistî û xizmên Kaşikçi û hat gotin ku "Em bûyerê bi tundî şermezar dikin. Em ji Erebistana Siûdî hêvî dikin ku der barê paşxaneya mirinê de şefaf bin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê berpirsyar hesabê bidin û hat diyarkirin ku agahiyên ku ji Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî der barê boçûna bûyerê de tên dayîn têrî nakin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2018, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE