Almanya, Fransa, Misir û Urdinê bertek nîşanî plana îlhaqê ya Îsraîlê da

Almanya, Fransa, Urdin û Misrê bertek nîşanî plana îlhaqê ya Îsraîlê ya li Şerîeya Rojavaya axa Filistînê ya ku dagir kiriye.

Almanya, Fransa, Misir û Urdinê bertek nîşanî plana îlhaqê ya Îsraîlê da

Di daxuyaniya hevpar ya çar welatan da hat destnîşankirin ku îlhaqeke axên Filistînê dê hiqûqa navneteweyî îxlal bike û xîmên pêvajoya aştiyê biavêje xetereyê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku guherînên li ser sînorên 1967an ên ku alî qebûl nakin dê ji hêla wan va jî neyê naskirin û wiha hat gotin: 

"Herwiha em qebûl dikin ku dê tesîrên mezin ên hereketeke wiha li ser ewlehî û îstiqrara herêmê çêbe û ev dê li hember hewldanên bidestxistina aştiyeke adil dê bibe astengeke mezin. Dibe ku ev yek di pêvajoyê piştra da tesîrê li ser têkiliyên heyî yên bi Îsraîlê ra bike."

Di daxuyaniyê da pêşniyaza çareseriyê ya dudewletî ya ku xwe dispêre hiqûqa navneteweyî û biryarên NYyê hat dubarekirin û bi awayekî erênî piştgiriyê didin ji nû va destpêkirina mizakereyên di navbera Îsraîl û Filistînê da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE