Baloya Operaya Semperê ya li bajarê Dresdenê ragihand ku wan ji ber bertekan Nîşana Ezîz Georg a Almanyayê ku îsal dan Ebdulfettah es-Sîsiyê Serokkomarê derbeker ê Mısırê, paşve kişand.
Maleke çand û hunerê ya li bajarê Dresden a qadeke dîrokî cih digire ji ber ku îsal xelat da Sîsî li welêt bû sedema nîqaşa "Xelateke wiha çawa didin zordestekî derbeker?"
Hefteya borî Sîsî xelata xwe ji destê Hans-Joachim Frey ê ku Rêvebirê Baloya Operaya Semperê ye hildabû û paşê ji gelek hunermendan daxuyanî hat ku wê beşdarî bernameyên mala çand û hunerê nebin û hin navdar û siyasetmedaran jî bertek nîşanî biryarê dabûn.
Li ser bertekên hatin nîşandan Baloya Operaya Semperê daxuyanî da ku wan xelata dane Sîsî paşve kişandin.
AA