Li gund û bajarokên hesekê li ser krîza bihayên neftê protestoyan dest pê kiribû. Welatî derdikevin kolanan û xwepêşandan dewam dikin.
Li Bakurê Sûriyeyê rêxistina terorî PKK/YPG'ê roja duşemê bihayên neftê zêde kiribû.
Ji ber vê li gund û bajarokên Hesekê protesto hatibûn kirin û endamên rêxistinê gule barandibûn ser gel, 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Li ser xwepêşandanan biryara zêdekirina bihayan hat betalkirin.
Lê protestoyên gel hêj dewam dikin.
Li Qamişlo, Dêrik û Kobanê jî gel protesto kirin.
Li gundên el-Leyla, Sebee, Erebîn û el-Xerin ên Hesekê gundiyan riya şandeya Hevpeymaniya Navneteweyî girtin.
Û naxwazin ku bi wan re danûstendinê jî bikin.
Rêxistina terorî jî gund dorpêç kirin û amadehiya binçavkirina welatiyan dike.
Digel vê yekê protestoyên gel didomin.