Ambargoya ku Amerîka dide ser Îranê îro dest pê dike

Biryara Amerîkayê ya ambargoya li ser Îranê ku dê di du qanaxan da were sepandin, îro dest pê dike.

Ambargoya ku Amerîka dide ser Îranê îro dest pê dike

Qonaxa yekemîn a ambargoya ku dê bi destê Amerîkayê li ser Îranê di du qonaxan da were sepandin, îro dest pê dike.

Di çarçoveya ambargoyê da armanca Amerîkayê ew e ku rê li ber Îranê bigire ku bi dolarê Amerîkayê va bazirganiyê neke. Dîsa bi vê ambargoyê va Amerîka dixwaze derbeyê li bazirganiya petrola Îranê bide û herwiha dawiyê li bazirganiya perçeyê îlawe yê otomobîlan bîne.

Welatên sêyemîn jî dê bikevin bin tesîra vê ambargoyê. Jixwe Amerîka ji peymana nukleerê ku bi Îranê ra hatibû îmzekirin, vekişiyabû û ragihandibû ku ew ê astengiyan bide ser vî welatî û herwiha ew ê vê ambargoyê wisa bisêwirîne, welatên ku biryarê binpê bikin û bi Îranê ra bazirganiyê bidomînin jî dê bikevin çarçoveya ambargoyê.

Herwiha tê destnîşankirin, ev biryara ambargoya nû dê li ser Îrana ku ev demeke dirêj e di warê aboriyê da 'piyê wê di soleke teng da ye' bandoreke xirab bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew ji peymana nukleerê ku wekî Plana Berfireh a Çalakiya Hevbeş tê binavkirin û di 14ê Tîrmeha 2015an da li Wiyanaya paytextê Awistiryayê di navbera Îran û P5+1 (Amerîka, Çîn, Rûsya, Îngiltere, Fransa û Almanya) hatibû îmzekirin û di 16ê Rêbendana 2016an da ketibû rewacê, vekişiyan û ew ê astengiyên dijî Îranê cardin bixin dewrê.

Piştî biryara Trump, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandibû ku ew ê pakêta yekemîn a astengiyan a li dijî Îranê di 6ê tebaxê da, ya duyemîn jî di 4ê mijdarê da bixin dewrê.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE