Neteweyên yekbûyî derbarê amabargoyên nû yên Emerîkayê yên li dijî Venezuelayê de daxuyanî da û got: ambragoyên emerîkayê him zêde ne him jî dibin sedema metirsiye.
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yeybûyî Mîşel Baçeleyê li ser ambargoyên dawî yên li dijî Venezuelayê axivî.
Baçeleyê got ji ber ambargoyê gelê bêguneh zirarê dibîne û ji bo parastina wan tevdîrên hewce nehatine stendin.
Got em ditirsin ji ber ambargoyê mafên tenduristî û xurekê yên insana zirarek mezin bibînin.
Serokê Emerîkayê Donald Trump biryarnameyek weşand û hemû mal û milkê Venezuelayê yê li Emerîkayê da sekinandin.
Şewirmendê Ewlehiya Netweyî Bolton jî got dibe ku li ser şîrketên ku bi Hikûmeta Maduro re kar dikin ambargo bê kirin.