Ambargoyên emerîkayê yên li ser Îranê

Li dijî ambargoyên ku wê di 4ê Mijdarê dest pê bikin Yekîtiya Ewropayê dest bi xebatê kir

Ambargoyên emerîkayê yên li ser Îranê

Yekîtiya Ewropayê ji bo ticareta bi Îranê re sîstemeke nû ava dike...Ambargoyên nû yên Emerîkayê yên li ser îranê, wê di 4ê mijdarê de dest pê bikin. Yekîtiya ewropayê, rûsya û çîn, ji bo ambargoyan bêtesîr bikin, dê sîstemeke nû ya peredayînê ava bikin.

Ambargoyên nû yên Emerîkayê yên li ser Îranê, wê di 4ê mijdarê de dest pê bikin.

Rêvebiriya Washingtonê ji mitefîkên xwe xwest ku ticareta xwe ya bi Îranê re biqedînin.

Ji 4ê Mijdarê pê ve, kîjan şexs an jî sazî bi Îranê re bide û bistîne, wê Emerîka wan têxe lîsteya reş.

Yekîtiya Ewropayê, tevî daxwaza Emerîkayê jî peymana nukleerî ya bi Îranê re betal nekir.

Di ser de jî ji bo ambargoyên Emerîkayê bêtesîr bike, dest bi avakirina sîstemeke nû ya peredaînê kir.

Wezaretên Karên Derve yên Îngilistan, Fransa, Elmanya, Rûsya, Çîn û Îranê, daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Nûnera Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, li Neteweyên Yekbûyî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarif re hat bal hev û behsa mekanîzmaya nû kir.

Navê sîstema nû ya fînansê “Wasitaya Hedefa Taybet” e. Hedefa wê jî ew e ku slîkarî û piştgiriyê bide kes an jî saziyên ku bi Îranê re kar dikin.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2018, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE