Amerika hin ekîpmanên xwe ji suriyê vedikişe

Têlevizyona CNNyê ya Amerîkayê jî îdia kir Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) keştî û balafirên ku wê di dema operasyona vekişandinê da bên hildan kifş kiriye.

Amerika hin ekîpmanên xwe ji suriyê vedikişe

Ji hêla Wezareta Parastinê (Pentagon) ya Amerîkayê va hat pesendkirin ku li Sûriyeyê vekişandina hin ekîpmanan dest pê kir.

Rayedarekî ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê û nexwest navê wî bê parvekirin got: "Ez piştrast dikim ku me ji Sûriyeyê dest bi vekişandina hin ekîpmanan kir."

Rayedarê ku ji AAyê ra axivî ji ber fikarên operasyonî der barê ekîpmanên hatine vekişandin û ji kîjan herêmê sewqî kê derê hatine kirin da hûrgilî neda.

Têlevizyona CNNyê ya Amerîkayê jî îdia kir Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) keştî û balafirên ku wê di dema operasyona vekişandinê da bên hildan kifş kiriye.

Pêvajoya vekişînê piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku di 19ê Berfanbara sala 2018an da eşkere kiribû, dest pê kir. 

Bi biryara Trump va Jîm Mattîs ê ku Wezîrê Parastinê bû jî ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Mattîs çend roj berî 1ê Rêbendanê beriya ku ji wezîfeya xwe îstifa bike ji bo vekişînê telîmat dabû artêşa Amerîkayê.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE