Amerîkî dixwazin Wîll Smîth bê cezakirin

Amerîkî dixwazin Wîll Smîth bê cezakirin

Ji sê paran du parê Amerîkiyan dixwazin lîstikvan Wîll Smîthê di weşana zindî da sîleyek li pêşkeşvan Chrîs Rock xwist bê cezakirin.

Merasima Xelatên Akademiyê ya 94emîn li Los Angelesa bajarê Amerîkayê hat lidarxistin ku li wir ji ber ku pêşkeşvan Rock der barê Jada Pînkett Smîtha jina Wîll Smîth da henekek kir Smîth sileyek li wî xist.

Li gor anketa StudyFinds.comê ya der barê mijarê da ji sedî 66ê Amerîkiyan dibêjin ji ber ku Smîth bertekeke mezin nîşanî Rock daye divê ew bê cezakirin.

Ji sedî 62yê wan jî dibêjin Smîth mafdar e, ji nîvî zêdetir kes jî dibêjin ev bûyer tevgereke sexte ye, ji sedî 76 jî dibêjin henekê Rock ya der barê porê Pînket Smîthê da henekek ne di cih da bû.

Akademiyê duh der barê tevgera Smîth da daxuyaniyek dabû û tevgera wî şermezar kiribû û hatibû gotin li gor qanûnên Calîforniayê encamên vê bûyerê wê bên lêkolînkirin.

Piştî daxuyaniya akademiyê Smîth jî li ser medyaya civakî lêborîn xwestibû û gotibû wî şerm kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE