Amerîka dê dawî li piştgiriya eskerî ya ku li Yêmenê dida Erebistana Siûdî bîne

Rêveberiya Biden pêvajoya der barê paşvekişandina eskerên Amerîkayê yên li Almanyayê rawestand

Amerîka dê dawî li piştgiriya eskerî ya ku li Yêmenê dida Erebistana Siûdî bîne

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan eşkere kir ku dê welatê wî dawî li piştgiriya xwe ya eskerî ya ku li Yemenê dide Erebistana Siûdî bîne.

Sullivan li Qesra Spî di brîfînga çapemeniyê da axivî û û der barê pêşaniyên polîtîkaya derva yên Serok Joe Bidenê tê payîn ku îro Wezareta Karên Derva ziyaret bike da nirxandin kirin.

Sullivan diyar kir ku Amerîka dê bi mitefîqên xwe yên navneteweyî ra têkiliyên xwe baş bike, rêveberiya Biden dê hevkariyên herêmî jî zêde bike.

Sullivan da zanîn ku rêveberiya Biden pêşaniya xwe da ser mijara Yemenê û got ku "Îro Birêz Serok dê ragihîne ku dawî li piştgiriya Amerîkayê ya ku didin operasyonên eskerî yên li Yemenê bînin."

Ji aliyê din va Sullivan eşkere kir ku rêveberiya Biden pêvajoya der barê paşvekişandina eskerên Amerîkayê yên li Almanyayê rawestand.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE