Amerîka dibe ku Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigire

Rêveberiya Trump hişyarî da ku heke milîtanên Şiî li Iraqê êrîşên bi roket ên dijî berjewendiyên Amerîkayê nedin sekinandin ew ê Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigirin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkyê da belav bûn Wezîrê Karên Derveyê Amerîkayê Mike Pompeo di hevdîtinên ji ser têlefonê ya ku bi Serokomarê Iraqê Berham Salih û Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ra kir da qala plana girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kir.

Herdu rêvebirên Iraqî jî ragihandin ku Amerîka di rojên pêş da ji bo girtina balyozxaneya li Bexdayê wê hin gavan biavêje û dema eskerên Amerîkayê ji Iraqê vekişin dibe ku balyozxane jî wê demê bê girtin û Serkonsolosxaneya li Hewlêrê jî wê vekirî bimîne.

Du dîplomatên welatên Ewropayê ragihandin ku wan welatên xwe di mijara plana Amerîkayê da agahdar kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE