''Amerîka dinyayê perçe dike''

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku li dinyayê pergaleke nû ya dinyayê ya pirserî çêdibe û wiha got, "Merşa hiqûqa navneteweyî perçe dibe, Amerîka jî her tiştî perçe dike."

''Amerîka dinyayê perçe dike''

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrovê ku ji bo hin hevdîtinan hat Vîetnamê, di civîna Kuluba Nîqaşê ya Navneteweyî ya Valday da li ser geşedanên siyasî yên kurewî nirxandinên xwe anîn ziman.

Lavrov bal kişand ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di nûnertiya herêmên ku li dinyayê pêş dikevin da têrê nake û wiha got, "Ji bo reformeke li ser KENYê êdî dem derbas dibe. Lewra li Asya, Afrîka û Amerîkaya Latîn herêmên ku pêş dikevin hene û di nûnertiya van herêman da têkûz nîne."

- "Merşa hiqûqa navneteweyî perçe dibe"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov îdia kir ku Yekîtiya Ewropayê di gelek mijarên kurewî da di quncikê xwe da ditele û wiha dewam kir, "Êdî li dinyayê pergaleke nû ya dinyayê ya pirserî çêdibe. Merşa hiqûqa navneteweyî jî perçe dibe, Amerîka jî her tiştî perçe dike. Em jî dixwazin ku pêvajoyeke berfireh bidin destpêkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE