"Amerîka dixwaze entegrasyona li herêmê rûniştiye xirab bike"

Wezîr Lavrov ji bo kovareke Rûsî meqaleyek nivîsand. Lavrov di nivîsa xwe da got ku di aboriya dinyayê da îstîsmarkirina dolar û mueyîdeyan êdî bûne 'rêzik.' 

"Amerîka dixwaze entegrasyona li herêmê rûniştiye xirab bike"

Wezîrê Karên Derva yê RûsyaSergey Lavrov got ku ji bo ku di navbera Rûsya û Çînê da şerek derbikeve Amerîka çalakiyan dimeşîne.  

Wezîr Lavrov ji bo kovareke Rûsî meqaleyek nivîsand. Lavrov di nivîsa xwe da got ku di aboriya dinyayê da îstîsmarkirina dolar û mueyîdeyan êdî bûne 'rêzik.' 

Lavrov got ku Amerîka ji bo ku di navbera Rûsya û Çînê da şerek derbikeve tişta ji destê wan tê dike û mitefiqên xwe ku di navbeyna Rûsya û Çînê xirab bikin seferber kirine. 

Lavrov wiha got: "Niha kontrola herêma Avrasya û Asya-Pasîfîkê ji destê wan derketiye û li wir hin geşedan çêdibin. Amerîka dixwaze entegrasyona li herêmê rûniştiye xirab bike. Ji ber vê Amerîka dixwaze di navbera Moskowa û Pekînê da şerek derkeve û vê jî venaşêre"

Lavrov bi bîr xist ku rêveberiya Washîngtonê ji Peymana Hêzên Nukleerê yên Menzîla Navîn (INF) vekişiyaye û ev jî ji bo hemû peymanên fuzeyên nukleerê xetereyeke mezin e. Lavrov got ku Amerîka niha li fezayê jî dest bi bicihkirina çekan kiriye. 

AA

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE