Amerîka: Em mîrasa Kaşikçî bi rêzdarî bi bîr tînin

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê: Em mîrasa Kaşikçî bi rêzdarî bi bîr tînin

Amerîka: Em mîrasa Kaşikçî bi rêzdarî bi bîr tînin

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ragihand, di 3yemîn salvegera kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi ku li Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê bûbû qurbaniyê cinayetê, ew jiyana wî ya derasayî û mîrasa wî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat diyarkirin, Amerîka li her derî piştevaniya rêgezên mafên mirovan dike û wiha got, "Ji bo bîranîna wî em soza wê yekê didin ku em ê li her derî piştgiriyê bidin azadiya beyanê û her wiha parastina rojnameger, aktîvîst û mixalifan."

Di daxuyaniyê da hat gotin, ji bo dubarenebûna ciyanetên wekî ya Kaşikçi wan gav avêtin, li her derê dinyayê hikûmetên ku zextê li rojnameger û mixalifan dikin bûn armanc, li dijî kesên têkildar ên di vê çarçoveyê da sînordarkirina vîzeyê hat cîbicîkirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku Amerîkayê mafên mirovan kir navenda polîtîkaya xwe ya derva.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ew jiyana Kaçikçi ya derasayî û mîrasa wî bi rêzdarî bi bîr tînin û wiha hat gotin, "Parastina mafên mirovan teqez di berjewendiya neteweyî ya Amerîkayê da ye û ewlekariya me ya neteweyî xurt dike."

Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçiyê nivîskarê Rojnameya Washîngton Postê ku bi rexneyên xwe yên li dijî Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî dihat zanîn di 2yê Cotmeha 2018an da ji bo kar û barên xwe yên fermî yên zewacê çûbû Konsolxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê û ji wê derê derneketibû. Paşê derketibû holê ku Kaşikçi di konsolosxaneyê da hatiye kuştin û cesedê wî jî li wê derê hatiye parçekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE