Amerîka eskerên xwe yên ji Yemenê vedikişîne

Senatoya Amerîkayê pêşnumaya ku rêveberiya Amerîkayê dê di nava 30 rojan da hemû unsûrên xwe yên eskerî yên ku daxilî şerê ku li Yemenê dewam dike bûne an jî bandorê li şer dikin vekişîne, qebûl kir

Amerîka eskerên xwe yên ji Yemenê vedikişîne

Pêşnumaya ku rêveberiya Amerîkayê dê di nava 30 rojan da hemû unsûrên xwe yên eskerî yên ku daxilî şerê ku li Yemenê dewam dike bûne an jî bandorê li şer dikin, vekişîne di Senatoyê da hat pejirandin.

Di dengdayîna li Lijneya Giştî ya Senatoya Amerîkayê da pêşnuma li hemberî 46 dengan bi 54 dengan va hat pejirandin.

Herwiha hat ragihandin ku ev pêşnuma li hemberî polîtîkaya Serokê Amerîkayê Donald Trump a di warê Erebistana Siûdî da nîşandana nerazîbûneke girîng e.

Li gorî pêşnumaya navborî, yên ku bi El Qaîdeyê ra şer dikin ne tê da, hemû unsûrên eskerî yên Amerîkayê yên ku daxilî şerê ku li Yemenê dewam dike bûne an jî bandorê li şer dikin dê di nava 30 rojan da bên vekişandin.

- Dê biçe Meclisa Nûneran

Ji bo ku ev pêşnuma biçe ber destê Serokê Amerîkayê Trump divê ji Meclisa Nûneran ku baskê din ê Kongreyê ye, ra jî derbas bibe. Tê pêşbînîkirin, pêşnuma dê teqez ji Meclisa Nûneran ku piranî di destê Demokratan da ne, derbas bibe.

Piştgiriya ku rêveberiya Amerîkayê di şerê ku li Yemenê dewam dike da dide Erebistana Siûdî, ev demeke dirêj e ku li Kongreyê dibe sedemê nîqaşan. Berfanbara derbasbûyî dîsa pêşnumayeke bi heman rengî li Senatoyê hatibû pejirandin, lêbelê ji ber ku wê demê li Meclisa Nûneran piranî di destê Komariyan da bû, pêşnuma li Meclisa Nûneran derbas nebûbû.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2019, 14:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE