Amerîka û Iraq bo hêzên Amerîkayê ji Iraqê derbikevin li hev kirin

Kazimî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hevdîtina bi Trump ra xweş û serkeftî derbas bû û wiha got: "Cara ewil e ku min dît Amerîka li hemberî daxwazên hikûmeta Iraqê bi helwesteke têgihîştî û zelal tevdigere."

Amerîka û Iraq bo hêzên Amerîkayê ji Iraqê derbikevin li hev kirin

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ragihand ku ji bo Amerîka hêzên xwe yên eskerî yên li welêt derxe dervayî Iraqê wan bi Amerîkayê ra li hev kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Kazimiyê ku duh li Washîngtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hevdîtin kiribû, weşand.

Kazimî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hevdîtina bi Trump ra xweş û serkeftî derbas bû û wiha got: "Cara ewil e ku min dît Amerîka li hemberî daxwazên hikûmeta Iraqê bi helwesteke têgihîştî û zelal tevdigere."

Di berdewamiya daxuyaniyê da Kazimî got: "Me bi aliyên Amerîkayê ra ji bo ku hêzên wan derbixin dervayî Iraqê û li wan deran ji nû va bi cih bibin, li hev kir. Ji bo pêkhatina van tiştan û sepandina vê yekê jî biryar hat dayîn ku bila heyeteke teknîkî bê damezrandin."

Kazimî destnîşan kir ku bi Amerîkayê ra di gelek qadan da peymanên dualî hatin îmzekirin û ragihand ku ji wan ya herî girîng peymana xaza siruştî ya Zîqarê ye.

Trump di daxuyaniya xwe ya duh da got: "Em awayekî bi lez û bez eskerên xwe ji Iraqê derdixin û ez bi çar çavan li benda wê rojê me ku Amerîka ne mecbur e li wê derê bimîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE