Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan eşkere kir ku ew di mijara Amerîkayiyên li Îranê girtî da bi Tehranê ra ketin peywendiyê.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Sullivan ku ji qanala Amerîkan CBSê ra axivî, peywendiyên Amerîka-Îranê yên vê axiriyê nirxandin.
Sullivan bal kişand ku xilaskirina welatiyên Amerîkayê yên ku li ciyekî dinyayê hatine desteserkirin, ji bo rêveberiya Biden her wextî mijareke girîng û ewil e.
Sullivan di mijara xilaskirina welatiyên Amerîkayê yên li Îranê girtî da wiha got, "Digel Îraniyan me di vê mijarê da peywendî danî. Îranê di vê mijarê da hê bersiv nedaye. Em ê desteserkirina Amerîkiyan a bi rêyên neadil û ne hiqûqî qebûl nekin."
AA