Hikûmeta Yêmenê û Hûsî ji bo sekinandina şerê navxweyî yê li welêt ew ê Swîsreyê dest bi hevdîtinan bikin, rêveberiya Amerîkayê bal kişand ser hevdîtinan û bangî "sekinandina pevçûnan" li herdu aliyan kir.
Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser hevdîtinên hikûmeta Yêmenê û Hûsiyan ên ku ew ê di 5ê berfanbarê da li Swîsreyê dest pê bikin daxuyaniya nivîskî da.
Nauertê di daxuyaniya xwe da bal kişand ser zor û zehmetiyên ku gelê Yêmenê dijî û wiha got: "Amerîka bangî hemû aliyan dike bira bi rastî û semimiyet tevbigerin û dev ji dijminiyê berdin."
- "Hevdîtinê hêsan derbas nebin"
Nauertê got ji ber ku herdu aliyan tîne ba hev û hewl dide piştgiriyê didin Martin Griffithsê Nûnerê Taybet ê NYyê, hevdîtinê hêsan derbas nebin lêbelê ji ber ku gava ewil tê avêtin zehf kêfxweş bûn.
Nauertê got ji bo pêşeroja gelê Yêmenê dema lihevkirinê hat û wiha axivî: "Dikarin aştî, refah û ewlehiyê pêk bînin û kesên beşdarî îstişareyan bibin jî dikarin bibin parçeyekê dîroka Yêmenê."
AA