Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattîs biryarnameya vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê îmze kir.
Televîzyona CNNê ya Amerîkayê daxuyand ku Mattîs biryarname îmze kiriye û piştî vê îmzeyê bi awayekî fermî aşkera bûye ku leşkerên Amerîkayê wê teqez ji Sûriyê derkevin.
Hat daxuyandin, di biryarnameyê de aşkera ye ku leşker dê kengî derkevin û wê çiqas bikêşe derketina leşkeran.