Amerîka ofîsa RRFyê li Washingtonê digire

Hat ragihandin ku Amerîka dê biryara girtina ofîsa Rêxistina Rizgariya Filistînê li Washingtonê îro ragihîne.

Amerîka ofîsa RRFyê li Washingtonê digire

Hat destnîşankirin ku li Amerîkayê rêveberiya Donald Trump dê ofîsa Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) li Washingtonê îro bi agahdariyekê va bigire.

Di nûçeya rojnameya ji Amerîkayê Wall Street Journal (WSJ) ku çavkaniyên wê, peywirdarên payebilind ên Qesra Spî ne da hat destnîşankirin ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî John Bolton dê daxuyaniyê bide.

Di nûçeyê da herwiha cih dan îfadeyên di reşnivîsa deqê ku Bolton dê di daxuyaniya xwe ya der heqê biryara RRFyê da biemilîne.

Li gorî vê, tê pêşbînîkirin ku Bolton dê di daxuyaniya xwe da wiha bêje, "Amerîka timî li kêleka dost û mitefîqê me Îsraîlê ye. Filistînî wê yekê red dikin ku bi Îsraîlê ra dest bi mizakereyên rasterast û watedar bikin. Lewra jî rêveberiya Trump dê vê ofîsê vekirî nehêle."

- Gefa li dijî ICCyê astengkirin

Ji aliyekî din va jî hat diyarkirin ku di heman daxuyaniyê da Bolton dê bêje ku heger li dijî Amerîka û Îsraîlê lêpirsînê bide destpêkirin, ew ê li dijî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) biryara astengkirinê werbigirin.

- Alîkariyên ji bo UNRWAyê birîbûn

Rêveberiya Amerîkayê herî dawîn ew biryar wergirtibû û hemû alîkariyên darayî yên ji bo Saziya Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Seba Penaberên Filistînî (UNRWA) dabûn sekinandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya hefteya çûyî da destnîşan kiribû ku heta rêveberiya Filistînê wê yekê qebûl neke û beşdarî hevdîtinên aştiya bi Îsraîlê ra ku tê pêşbînîkirin dê Amerîka navçîtiyê bike nebe, ew ê alîkariya darayî nedin Filistînê.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 11:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE