Amerîka Rûsyayê ji ber binpêkirina rêzikên angajmanê sûcdar dike

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman: "Hêzên Rûsyayê roja sêşemê rêzikên angajmana şernekirinê ya li Sûriyeyê binpê kirin, bi çalakiyaên xwe yên qestî û provakatîf va endamên artêşa Amerîkayê birîndar kirin."

Amerîka Rûsyayê ji ber binpêkirina rêzikên angajmanê sûcdar dike

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ji ber bûyera roja sêşemê ku li Sûriyeyê wesayîteke eskerî ya Rûsyayê li wesayîta eskerî ya Amerîkayê xist û 4 eskerên wê birîndar kir da Rûsya berpirs nîşan da.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman li ser bûyera ku roja sêşemê li rojhilatê Sûriyeyê qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hoffman di daxuyaniyê da wiha got: "Hêzên Rûsyayê roja sêşemê rêzikên angajmana şernekirinê ya li Sûriyeyê binpê kirin, bi çalakiyaên xwe yên qestî û provakatîf va endamên artêşa Amerîkayê birîndar kirin. Me ji Rûsan ra got ku tevgerên we bi talûke ne û nayên qebûlkirin."

Berdevkê Pentagonê Hoffman di daxuyaniyê da ragihand ku ew li Sûriyeyê gorî rê û rêzikên angajmanê tevdigerin û ji bo bûyerek neqewime hewl didin.

Di berdewamiya daxuyaniyê da Hoffman destnîşan kir ku ew dixwazin ku bila li Sûriyeyê rê û rêzikên angajmanê neyên binpêkirin lê dema rastî rewşeke wan têxe nav talûkê bên jî bo xwe parastinê ya hewce wê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE