Amerîka û Rûsyayê pesend nekirin ku KENY Tirkiyeyê şermezar bike

KENY li ser daxwaza 5 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di rûniştina girtî da li ser geşedanên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê hevdîtin kir.

Amerîka û Rûsyayê pesend nekirin ku KENY Tirkiyeyê şermezar bike

Li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku li ser Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê ji bo ku korîdora terorê ya hewl tê dayîn ku li sînorê başûr ê Tirkiyeyê bê avakirin tune bike û aştî û aramiyê bîne herêmê hat destpêkirin hevdîtin dike hin welatan pêşniyaz kir ku operasyon bê şermezarkirin lê amerîka û Rûsyayê ev pesend nekir.

KENY li ser daxwaza 5 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di rûniştina girtî da li ser geşedanên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê hevdîtin kir.

Almanya bi "tundî" operasyon şermezar kir û li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin hin welatan jî pêşniyaz kirin ku KENY bi daxuyaniya hevpar operasyonê şermezar bike lê Amerîka û Rûsyayê ev pêşniyaz pesend nekir. Herdu welatan jî di daxuyaniyên xwe da peyva "şermezarkirinê" bi kar neanîn.

 "Êdî Tirkiye ji milîtanên DEAŞê berpirsyar e"

Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Kelly Craft piştî civînê daxuyanî da rojnamevanan û got ku amerîka piştgiriyê nade biryara operasyonê ya Tirkiyeyê. 

Craftê diyar kir Tirkiye berpirsyar e ku li Sûriyeyê kêmneteweyên xiristiyan û Kurd bên parastin û qeyrana mirovî neqewime û got ku "Niha Tirkiye berpirsyar e ku hemû şervanên DEAŞê ji girtîgehên ku lê ne nerevin û bi tu awayî ji nû va nebe rêxistin."

Craftê got ku neparastina sivîlan û ji nû va derketina DEAŞê dê encaman derxîne holê.

Ji 5 endamên YEyê ji bo Tirkiyeyê banga operasyonê "rawestîne"

5 welatên endamên YEyê Îngilistan, Almanya, Fransa, Belçîka û Polonyayê jî piştî civînê daxuyaniya hevpar da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji operasyona eskerî ya Tirkiyeyê "gelekî bi fikar in" û bangî Tirkiyeyê kirin ku operasyona yekalî birawestîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE