Amerîka û Îsraîl ji endamtiya UNESCOyê veqetiyan

Serê salê pê va êdî tu eleqeya Amerîka û Îsraîlê bi UNESCOyê ra nema.

Amerîka û Îsraîl ji endamtiya UNESCOyê veqetiyan

 Amerîka û Îsraîlê di 2017an da serî li Teşkîlata Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) dabûn ku ji endamtiya rêxistinê veqetin, serlêdana wan hat qebûlkirin.

Serê salê pê va êdî tu eleqeya Amerîka û Îsraîlê bi UNESCOyê ra nema.

Herdu welatan ji bo betalkirina endamtiyê wek hincet "UNESCO di mijara Filistînê da li dijî Îsraîlê tevdigere" nîşan dan.

Amerîkayê ji bo avabûna Neteweyên Yekbûyî (NY) serkêşî kiribû, lê niha ji endamtiya UNESCOyê derket. Ev ji aliyê sembolîk va girîng e.

UNESCOyê hebûna Îsraîlê ya li Qudsa Rojhilat rexne kiribû, berhemên dîrokî wek "mîrata çandî ya Filistînê" nîşan dabû û di 2011an da endamtiya Filistînê qebûl kiribû. Ji ber van sedeman Amerîka û Îsraîlê "UNESCO li dijî Îsraîlê xwedî pêşdaraz e" rexne kiribûn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Cotmeha 2017an da serî li rêxistinê dabû ku endamtî bê betalkirin. Piştî Amerîkayê Îsraîlê jî serî lê dabû ku ji rêxistinê veqete.

 Di sala 1984an heyama Serok Ronald Reagan da jî Amerîka ji ber hinceta "Berjewendiyên Sovyetê diparêze" endamtiyê derketibû û di sala 2003an da cardin endamtiya xwe dabû destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE