Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) diyar kir ku ji 26ê rêbendanê pê va ew ê ji kesên bi rêhewayê werin welêt testa negatîf a Kovîd-19ê bixwazin.
Robert Redfieldê Direktorê CDCyê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku ew ê ji her kesên bi rêhewayê têkevin welêt testa negatîf derketiye ya di 72 saetên dawîn da hatiye kirin bixwazin.
Redfield destnîşan kir ku pêkanînê ji 26ê rêbendanê pê va têkeve rêwacê û got, "Test rîskan ji holê ranake lêbelê gava demekê di malê da bimînin, rûpêçê bidin ber dev û pozê xwe û mesafeya fizîkî mihefeze bikin seyahetên me yê ewledar bibin."
Amerîkayê di 25ê berfanbarê da wek şert gotibû ku kesên ji Îngiltereyê werin welêt dibê testa wan negatîf bibe.
AA