Amerîka wê mueyîdeyan bide ser rejima Esed

"Rêveberiya Trump ji bo ku rê li serfiraziya eskerî ya rejima Esed bigire û berê rejimê û hevalbendên wê bide pêvajoya siyasî ya di bin kontrola NYê da ye wê gavên biryardar biavêje."

Amerîka wê mueyîdeyan bide ser rejima Esed

 Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Kelly Craftê diyar kir ku rêveberiya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo rejima Beşar Esed û hevalbendên wî vegerîn ser maseya gotûbêjê wê mueyîdeyan bike rewacê.

Craftê di Konseya Ewlehiya NYê da axivî û got: "Rêveberiya Trump ji bo ku rê li serfiraziya eskerî ya rejima Esed bigire û berê rejimê û hevalbendên wê bide pêvajoya siyasî ya di bin kontrola NYê da ye wê gavên biryardar biavêje."

Di axaftina xwe da Craftê diyar kir ku Amerîka bi mebesta rê li ber wehşet û binpêkirina mafên mirovan ên li Sûriyeyê diqewimin bigire wê rejimê ji dahatan mehrûm bike û got ku bi vê sayê jî wê astengiyên li pêşiya pêvajoya siyasî rabibe û ji bo aştiyê wê hêvî zêdetir bibe.

Craftê destnîşan kir ku mueyîdeyên li hemberî rejimê wê di çarçoveya "Qanûna Parastina Sivîl a Sûriyeyê ya Sezar" da bên sepandin û bi vê yekê jî tê xwestin ku bila ew piştgirên rejima miletê xwe qir dike jê dûr bikevin û destê xwe ji piştê bidin alî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE