Amerîka xaza siruştî ya ku dişîne Ewropayê wê zêde bike

Amerîka xaza siruştî ya ku dişîne Ewropayê wê zêde bike

Amerîka ji bona di warê vejenê da hewcedariya bi Rûsyayê kêm bike ji Yekîtiya Ewropayê (YE) ra wê îsal 15 milyar metrekup LNGya îlawe (xaza siruştî ya veguherandine avê) bişîne Ewropayê.

Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê li Balyozxaneya Brukselê ya Amerîkayê daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê Amerîkayê Bîden ragihand ji bona di warê vejenê da hewcedariya bi Rûsyayê kêm bikin bi YEyê ra li hev kirine ku îsal 15 milyar metrekup LNGyê din jî bişînin Ewropayê.

Seroka Komîsyona YEyê Von der Leyenê diyar kir Amerîka dê heya 2030î salane herî kêm 50 milyar metrekup LNGya îlawe ji YEyê ra peyda bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE