Amerîkayê 15 balafirên Venezueleayê kir lîsteya reş

"Ji bo ku Maduro xesbkirina îqtidarê bisekinîne, hilbijartineke azad û adil bide kirin û derbasî demokrasiyê bibe, ev biryar hat dayîn"

Amerîkayê 15 balafirên Venezueleayê kir lîsteya reş

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyand ku wan 15 balafirên PDVSAya şirketa neftê ya Venezuelayê kir lîsteya reş.

Wezîr Pompeo daxuyaniya nivîskî da û îdia kir, ji van balafirên navborî hinek li sehaya esmanî ya Karayîpan balafirên Amerîkayê tacîz kirin, ji ber vê yekê biryareke wiha hat dayîn.

Pompeo bal kişand, rayedarên hikûmetê yên ku piştgirî dan Serokê Dewletê Nicholas Maduro jî li van balafiran siwar bûn û wiha dewam kir, "Amerîka mal û milkên Hikûmeta Venezuelayê dixe hedef. Ji bo ku Maduro xesbkirina îqtidarê bisekinîne, hilbijartineke azad û adil bide kirin û derbasî demokrasiyê bibe, ev biryar hat dayîn."

Pompeo ji aliyê din va jî got ku wan hişyarî da şirketên Amerîkayê ku sotemeniyê nefroşin van balafiran û bi wan ra tu tevkariyê nekin û wiha dewam kir: "Amerîka û mitefîqên wê yên çar aliyê dinyayê wê li dijî kirinên wehşî û dîktatorane yên Maduro ligel gelê Venezuelayê be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE