Amerîkayê 2 bataryayên Patrîotê bişîne Polonyayê

Amerîkayê 2 bataryayên Patrîotê bişîne Polonyayê

Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê daxuyand ji ber armanca parastinê ewê 2 bataryayên Patrîotê bişînin Polonyayê.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê, Fermandarê Ewropayê General Tod Wolters telîmat da ku 2 bataryayên Patrîotê bişînin Polonyayê.

Hat gotin ev batarya wê li Polonyayê bên bicihkirin û armanca şandinê tenê parastin e û ew ê tu carê ji bo êrîşê neyên bikaranîn.

Di navbera Amerîka û Ukraynayê da der barê şandina balafiran a ji bo Ukraynayê da hin nakokî çêbûbûn. Polonyayê daxuyandibû ew nikarin balafiran rasterast bişînin Ukraynayê, lê dikarin teslîmî baregeha eskerî ya Amerîkayê ya li Almanyayê bikin.

Pentagonê jî daxuyandibû bi destê Amerîkayê teslîmkirina balafiran a ji bo Ukraynayê ne mumkin e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE