Amerîkayê astengkirinên nû yên dijî Îranê kirin dewrê

Gava nû ya astengkirinên Amerîkayê yên dijî sektorên vejen, fînans û veguhastina deryayê yên Îranê, li gorî dema Washingtonê di saet 00.01ê (bi dema Tirkiyeyê 08.01) da bi awayekî fermî ket dewrê

Amerîkayê astengkirinên nû yên dijî Îranê kirin dewrê

Rêveberiya Amerîkayê beşa duyemîn a astengkirinên dijî Îranê ku di sala 2015an da di çarçoveya peymana nukleerê da rakiribû, kir dewrê.

Pakêta duyemîn û dawîn a astengkirinên Îranê ku piştî Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleerê vekişiya gav bi gav paşda anîn, li gorî dema Washingtonê di saet 00.01ê (bi dema Tirkiyeyê 08.01) da bi awayekî fermî ket dewrê.

Amerîka bi vê gava nû ya astengkirinan va dê astengiyan bide ser fealiyetên navneteweyî yên Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê û hevalbendên wê ku demarê serekî yê aboriya vî welatî bibire. Herwiha bi vê gavê va miemeleyên dezgehên fînansê yên biyanî yên ligel Bankeya Navendî ya Îranê û bankeyên mayîn yên Îranê jî ketin ber astengiyan.

Herwiha hat ragihandin, pergala SWIFT (Society for Worldwide Interbank Financial Telecommunication) ku transferên fonê yên navneteweyî yên di navbera bankeyan da verast dike, heger ji bo hemû dezgehên fînansê yên Îranî yên ku ketine ber ambargoyê neyê girtin, dê bikeve ber astengkirinên Amerîkayê.

Di çarçoveya astengkirinên ku îro ketin dewrê da sektorên Îranê yên keştîvanî û çêkirina keştiyan û herwiha operatorên bênderan tên. Di nava van dezgehên ku dikevin ber astengkirinan da Xetên Keştîvaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê û Xeta Keştîvaniyê ya Başûr jî hene. Herwiha astengkirinên navneteweyî dê li dijî şîrketên petrolê yên Îranê yên wekî Şîrketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê, Şîrketa Bazirganiya Neftê ya Îranê û Şîrketa Tankêrê ya Neteweyî jî bên sepandin.

- "Tirkiye di nava wan welatan da ye ku ji astengkirinan muaf in"

Rêveberiya Amerîkayê roja înê ragihand ku ew ê ji bo 8 welatan ji bo îdxalata neftê muafiyeteke berwext nîşan bidin ku van 8 welatan îdalata xwe ya neftê ya ji Îranê pir kêm kirine lêbelê berjêrî sifirê nekirine. Herwiha hatibû ragihandin ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin dê îro eşkere bikin ka ev welat kîjan in.

Ji aliyekî din va jî Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez roja înê wiha gotibû, "Em dizanin ku Tirkiye di nava wan welatan da ye ku ji astengkirinan muaf in. Lêbelê hûrgilî negihîştin ber destê me."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Mijdar 2018, 10:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE