Amerîkayê ji bo welatiyên xwe hişyarî da û xwest ku bila zû ji Iraqê derkevin.
Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê daxuyanî da û ragihand ku li herêmê alozî zêde bû û ji welatiyên xwe jî xwest ku bila demildest Iraqê terk bikin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Welatiyên Amerîkayê heke mimkun be bila bi rêhewayê û heke ew ne mimkun be jî bi rêbejayî derbasî welatên din bibin û welêt biterikînin."
Hat bibîrxistin ku hemû kar û barên li konsolosxaneyê ji ber êrîşên li ser qada Balyozxaneya Amerîkayê ku milîsên Îran piştgirê wan e li dar xistibûn, hatine sekinandin û ji welatiyan hat xwestin ku bila nêzî avahiya Balyozxaneyê nebin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku muemeleyên pasaport û karên din ên welatiyên Amerîkayê wê bi navbeynkariya Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bên helkirin.
Ji welatiyên xwe yên ku xizmên wan li Iraqê ne û rewşa wan meraq dikin jî hat xwestin ku bila ji Wezareta Karên Derva agahiyê hildin.
AA