Amerîkayê banga civîna lezgîn li KENYê kir

Amerîkayê bi hinceta ku hin dewlet di mueyîdeyên dijî Koreya Bakur da astengiyan derdixin banga civîna lezgîn li KENYê kir.

Amerîkayê banga civîna lezgîn li KENYê kir

Amerîkayê bi hinceta ku hin dewlet di mueyîdeyên dijî Koreya Bakur da astengiyan derdixin banga civîna lezgîn li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Di daxuyaniya li ser banga ji bo roja duşemê ji Mîsyona Amerîkayê de wiha hat gotin: "Hin welat di mueyîdeyên dijî Koreya Bakur da astengiyan derdixin. Em ê di civînê da li ser van mijaran biaxivin."

Di daxuyaniyê da behsa navê welatên ku tên sûcdarkirin nehat dayîn. Amerîkayê beriya vê li ser guherîna hin raporên der barê mueyîdeyên dijî Koreya Bakur da Rûsya sûcdar kiribû.

Amerîkayê îdia kiribû ku Rûsya zextê li lijneya serbixwe ya pisporên Neteweyên Yekbûyî dike û dixwaze li ser raporên ew didin tesîrê çêbike û wan biguherîne.  

AA

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2018, 11:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE