Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken daxuyand ku ew biryara Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ya qaşo Komarên Gel ên Donetsk û Luhanskê nas kiriye, bi tundî şermezar dikin.
Blinken daxuyaniya nivîskî da û wiha got, "Em biryara ku Serok Putîn da û qaşo 'Komarên Gel ên Donetsk û Luhanskê' wekî 'serbixwe' nas kir, bi tundî şermezar dikin. Dema ku Duma ev mijar anîbû rojevê, wekî ku me got ev biryar nîşan dide ku Rûsya tehudên peymanên Minskê bi temamî red dike. Ev eşkere dijî serwerî û yekparetiya axa Ukraynayê êrîşek e."
Blinken diyar kir, dewlet berpirsiyar in ku "dewleteke" nû ya ku bi tehdîd an jî zorê hatiye çêkirin, nas neke û sînorê dewleteke din xerab neke û wiha dewam kir, "Biryara Rûsyayê nîşan dide ku Serok Putîn dijî hiqûqa navneteweyî û norman eşkere bêrêziyê dike."
Blinken daxuyand, wekî bersiva kirina Rûsyayê ew ê ji bo avêtina gavan bi Ukrayna û şirîkên din ra kordînasyonê bidomînin.AA