Amerîkayê Çîn wek "manîpulatorê dowîzê" îlan kir

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da rêvebiriya Pekînê bi sûcê "manîpulatoriya dowîzê" va hat sûcdarkirin.

Amerîkayê Çîn wek "manîpulatorê dowîzê" îlan kir

Di navbera Çîn û Amerîkayê da niqaşa şerê bazirganiyê mezin dibe, lewra Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dewleta Çînê wek "manîpulatorê dowîzê" îlan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da rêvebiriya Pekînê bi sûcê "manîpulatoriya dowîzê" va hat sûcdarkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da bal li Qanûna Bazirganî û Rekabetê ya Omnîbusê ya 1988an hat kişandin û hat gotin Wezîr Steven Mnuchîn bi rayeya xwe ya ku ji Serokê Amerîkayê Donald Trump hildaye va Çînê "manîpulator" îlan kir.

Hat gotin rêvebiriya Pekînê bi mudaxaleya piyasayê va bihayê yuanê kêm dike.

Daxuyaniyê got Wezîr Mnuchîn wê bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ra hevdîtinê bike û wê hewl bide Çîn dev ji van tevgerên xwe yên dijî rewşa reqabetê yên neadil berde.

Ji bilî vê hat gotin Çîn sozên xwe yên aboriyê yên der barê G-20an da nagre, peymanan binpê dike.

- Trump ji sedî 10 baca zêde îlan kiribû

Serokê Amerîkayê Donald Trump çend roj berê daxuyandibû wan ji bo malên Çînê yên bihayê wan qasî 300 milyon dolarî ye ji sedî 10 baca zêde danîne û ewê ji 1ê Îlonê pê va bikeve rewacê. Rêvebiriya Pekînê jî gotibû ewê jî li hemberî vê tevgerê qasî mislê wê gavan biavêjin.

Di navbera Çîn û Amerîkayê da saleke hevdîtin çêdibin, muzakereya 11emîn di serê meha gulanê da li Amerîkayê çêbûbû. Sermuzakerê Çînê Alîkarê Serokwezîr Lîu Hi ji muzakereyên Amerîkayê destvala zivirîbû.

Serokê Çînê Şî Cînpîng û Serokê Amerîkayê Donald Trump meha çûyî di Civîna Serokan a G-20an a li Japonyayê çêbûbû da biryar dabûn ku muzakereyan bidomînin. Piştî muzakereyê Trump gotibû plana wan a ji bo malên Çînê yên bihayê wan qasî 300 milyon dolarî ye ji sedî 10 baca zêde hatiye rawestandin, ji bo qedexeyên hemberî şirketa Huaweiyê bê rakirin jî erênî axivîbû.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE