Amerîkayê dest danî ser Keştiya kargoyê ya Koreya Bakur

Keştiya kargoyê ya Koreya Bakur Wise Honest ku barê wê komir e û Amerîkayê nava hefteyê ragihand ku ji ber sedemê ku "astengkirinên navneteweyî binpê kirin" dest danî ser, li Oqyanûsa Pasîfîkê hat Samoaya Amerîkan

Amerîkayê dest danî ser Keştiya kargoyê ya Koreya Bakur

Keştiya kargoyê ya Koreya Bakur Wise Honest ku barê wê komir e û Amerîkayê nava hefteyê ragihand ku ji ber sedemê ku "astengkirinên navneteweyî binpê kirin" dest danî ser, li Oqyanûsa Pasîfîkê hat Samoaya Amerîkan.

Berpirsa peywendiyên gel a Ewlekariya Qeraxê ya Amerîkayê Amanda Wyrickê ragihand ku Wise Honest li bêndera paytextê Samoaya Amerîkanê Pago Pagoyê sekinî ku li vê derê dê tê da lêkolîn were kirin.

Wyrickê got ku li gorî encama lêkolînê keştî dê ji Samoaya Amerîkan bo ciyekî din were veguhastin û herwiha di dema lêkolînê da jî bêndera Pago Pagoyê were parastin.

Amanda Wyrickê herwiha diyar kir ku haya wê bi hejmara personelê Ewlekariya Qeraxê ya Amerîkayê û berpirsên federal ku ji bo lêpirsînê hatin Samoaya Amerîkan, tuneye.

Wezareta Edaletê ya Amerîkayê nava hefteyê ragihandibû ku wan, gava nêzîkî avên bejayî yên Amerîkayê bû, dest danî ser keştiya kargoyê ya Koreya Bakur Wise Honest ku ji bo veguhestina komirê tê emilandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE