Amerîkayê di derxistina petrolê da rekor bi dest xist

Di rojê da li Alaskayê 4 hezar warêl, li eyaletên din jî 100 hezar warêl zêde petrol derxistin. Bi vê zêdebûnê va li welêt di 59 hefteyan da 45 caran derxistina petrolê zêde bû.

Amerîkayê di derxistina petrolê da rekor bi dest xist

Amerîkayê hefteya borî di rojê da kêmzêde 12,1 milyon warêl petrol derxist û rekorek bi dest xist.

Li gor daneyên Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA), hefteya borî li welêt dexstina petrolê li gor hefteya beriya xwe kêmzêde 104 hezar warêl zêde bû.

Di rojê da li Alaskayê 4 hezar warêl, li eyaletên din jî 100 hezar warêl zêde petrol derxistin. Bi vê zêdebûnê va li welêt di 59 hefteyan da 45 caran derxistina petrolê zêde bû.

Bi vî awayî di navbera 16 û 22yê sibatê da li Amerîkaya ji hilberînerên petrolê yên herî mezin ên dinyayê di rojê da 12,1 milyon warêl perol hat derxistin û rekoreke din hat bidestxistin.

Li welêt di navbera 1-9ê mijdarê da 11,7 milyon warêl, di navbera 5 û 11ê rêbendanê da 11,9 milyon warêl, di navbera 9 û 15ê sibatê da jî 12 milyon warêl petrol di rojê da hat derxistin.

Li gor "Rapora Nêrîna Vejenê ya Heyama Kin a Sibata 2018an" tê texmînkirin ku îsal di rojê da kêmzêde 12,4 milyon warêl, di sala 2020î da jî di rojê da 13,2 milyon warêl pêtrol ew ê were derxistin.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE