Amerîkayê îdia kir ku "Rûsyayê 7 hezar eskerên din jî şandin ber sînorê Ukraynayê"

Amerîkayê îdia kir ku "Rûsyayê 7 hezar eskerên din jî şandin ber sînorê Ukraynayê"

 Rayedarên Amerîkayî îdia kirin, daxuyaniya Rûsyayê ya ku hin eskerên xwe yên li ber sînorê Ukraynayê vekişandiye, rast nîne û Moskowê 7 hezar eskerên din jî şandin.

Rayedarên Amerîkayî yên ku navê wan nehat gotin, bi rêya telekonferansê der heqê Ukraynayê da mensûbên çapemeniyê agahdar kirin û îdiaya Moskowê ya "me eskerên xwe vekişandin" derewand.

Rayedarê payebilind ê Amerîkayî îdia kir, ne rast e ku Rûsyayê hin eskerên xwe yên ber sînorê Ukraynayê vekişandin, berevajiyê vê di rojên dawîn da Moskowê dora 7 hezar eskerên din şandin herêmê.

Rayedar daxuyand, berevajiyê gotina ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn dibêje deriyê wan ji dîplomasiyê ra vekirî ye, Rûsya amadehiya şer dike û wiha dewam kir:

"Li ber raya giştî dibêjin ku seba hevdîtinan deriyê wan vekirî ye û îdiayên kêmkirina rageşiyê tînin ziman, lêbelê di heman demê da dizîka va amadehiya şer dikin."

Serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe ya pêr da gotibû ku dora 150 hezar eskerên Ûris li ber sînorê Rûsya-Ukraynayê bi cih kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE