Amerîkayê firotina çekan a 4,8 milyar dolarî ya ji bo Rojhilata Navîn pesend kir

Ajansa Hevkariya Parastin û Ewlehiyê ya Amerîkayê teblîxata firotina çekan a li Rojhilata Navîn ya ji bo Misir, Erebistana Siûdî û Kuweytê ya ji 4 milyar û 859 milyon û 500 lire pêk tê pêşkêşî kongreya Amerîkayê kir.

Amerîkayê firotina çekan a 4,8 milyar dolarî ya ji bo Rojhilata Navîn pesend kir

 Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê firotina firokeyên êrîşê ya 4 milyar û 400 milyon dolarî ya ji perçeyên cîgir ên pergalên patrîotê pêk tê ya ji bo Kuweytê, muhimatên moşekan ên 290 milyon dolarî ya ji bo Erebistana Siûdî, pergala ronahiya dijî êrîşan a 169,6 milyon dolarî ya ji bo balafira Serokomariya Misrê pesend kir.

Ajansa Hevkariya Parastin û Ewlehiyê ya Amerîkayê teblîxata firotina çekan a li Rojhilata Navîn ya ji bo Misir, Erebistana Siûdî û Kuweytê ya ji 4 milyar û 859 milyon û 500 lire pêk tê pêşkêşî kongreya Amerîkayê kir.

Di daxuyaniya ajansê da hat gotin ji bo 8 firokeyên êrîşê yên ku tîpa wan AH-64E Apache ye bifroşin Kuweytê biryar hat dayîn. Hat gotin di nav van da motor, pergelên parastina esmanî ya Patrîotê "PAC-3+" û perçeyên cîgir jî hene û bihayê wan 4 milyar û 400 milyon dolar e.

- Ji bo hêzên esmanî yên Erebistana Siûdî muhimatên moşekan

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo hêzên esmanî yên Erebistana Siûdî muhimatên moşekan ên tîpa wan  "GBU-39 SDB I" yên ku bihayê wan 290 milyon dolarî ye jî hat pesendkirin ku bên firotan.

- Ji bo balafira Sîsî jî alav hatin firotin

Der barê Misrê da jî hat gotin pergala ronahiyê ya dijî êrîşan a 169,6 milyon dolarî ya ji bo balafira Serokomariya Misrê hat pesendkirin.

Ji bo ev çek û muhimat bên firotin kongre divê di nav 30 rojan da îtiraz neke.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE