Amerîkayê hişyarî da Îranê

Rêveberiya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê êrîşên li ser kosolosxane û balyozxaneyên li Iraqê wekî hincet nîşan da û got heke heman bûyer dîsa biqewimin ew ê Îranê berpirsyar bigrin

Amerîkayê hişyarî da Îranê

Rêveberiya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê êrîşên li ser kosolosxane û balyozxaneyên li Iraqê wekî hincet nîşan da û got heke heman bûyerê dîsa biqewimin ew ê Îranê berpirsyar bigrin.

Sarah Sanders Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Sipî bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî da Îranê. 

Sandersê bal kişand ser êrîşên li dijî avahiya konsolosxaneya Besrayê û balyozxaneya Bexdayê yên çend roj in tên kirin û got, "Îranê hewl neda ku pêşî li êrîşên komên çekdar bigre, herwiha piştgiriya aboriyê dide wan û peywendiya wan heye. Heke avahiyên dewletê yên Amerîkayê zirarê bibînin û xebatkar birîndar bibin rejima Îranê ew ê wekî berpirsyar were zanîn."

Sandersê hişyarî da ku ji bo parastina jiyana welatiyan ew ê bibiryar û bi lez bersivê bibin.

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2018, 09:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE